Ermenîstanê ji ber Îsraîl çekan difrose Azerbaycanê Balyozê xwe ji Îsraîlê vekisand

06 October 2020 09:36 0 dîtin
Ermenîstanê ji ber Îsraîl çekan difrose Azerbaycanê Balyozê xwe ji Îsraîlê vekisand

PeyamaKurd – Hikûmeta Ermenîstanê, ji ber Îsraîl çekan difroşe Azerbaycanê, Balyozê xwe yê li Tel Avîvê vekişand, ev jî pirsgirêkeke dîplomasiyê ji bo Îsraîlê çêdike. Ji ber ku tenê nêzîkî du hefteyan e Balyozxaneya Ermenîstanê li Îsraîlê vekiriye.

Ermenîstanê di roja 17ê Îlona 2020an de, Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv vekir, lê belê roja Dûşemê di 5ê Cotmeha 2020an de, Balyozê xwe vekişand û bal kişand ser firotina çekên ji aliye Îsraîlê bo Azerbaycanê tên firotin.

Hikûmeta Ermenîstanê dibêje: Li gor zanyariyên îstîxbaratî û hewalgirî, di çend rojên derbasbûyî de balafireke barhilgir a Îsraîlê ku çek û kelupelên serbazî hilgirtibû, ji Îsraîlê ve gihîştiye Azerbaycanê.

Azerbaycan di sala 2016an de, bi bihayê çar milyar û 850 milyon dolaran, çek ji Îsraîlê kiriye ku drona cengî jî tê de heye û Ermenîstan jî dibêje dronên Îsraîlî ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve, di şerê Qarabaxê de tên bikaranîn.