Wezareta Ermenîstanê bersiva Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev da
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê Wezareta Ermenîstanê bersiva Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev da û got: "Daxuyaniya Aliyev ya dibêje , ‘Me dest daniye ser beşek hevsînorê Îranê.’ ne rast e."
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Ermenistanê Artsrûn Ovanîsyan destnîşan dike: "Li ser dirêjahiya sînorî şer berdewam e. Azerbaycan nikare dest deyne ser tu hevsînorên me yên li gel Îranê."
Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got: "Hêzên me li Qerebaxa Çiyayî pêş dikeve. Dest danîne ser beşek hevsînorên Îranê û Qerebaxa Çiyayî.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin