Putin çû Azerbaycanê
PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di çarçoveya serdana xwe ya fermî çû Azerbaycanêj.
Putin li Frokexaneya Navneteweyî ya Heyder Aliyev a paytext Bakuyê ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokkomarê Azerbaycanê Yakup Eyyubov û Cîgirê Wezîrê Derva Samir Şerîfov va hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, li gel hevjîna xwe Mihrîban Aliyeva, li mala xwe pêşwaziya Putin kir.
Hate ragihandin ku civîna Putin û Aliyev a fermî ya ku wê tê de mijarên wek pêwendiyên Rûsya û Azerbaycan, pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de û mijarên din ên rojhelata navîn û deverên din ên cîhanê bêne nîqaşkirin wê sibê pêk bê.
Her wiha hate gotin ku piştî civîna fermî, wê Serokdewletê Rûsya û Serokkomarê Azerbaycanê, wê di daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş de danezaneke hevpar û çend peymanan îmze bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin