Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Putin a bo danûstandinan qebûl kirin
PeyamaKurd - Ermenîstan û Azerbaycanê bo hevdîtinê, vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin qebûl kirin û dê ji bo hevdîtinê wezîrên karên derve bişînin Rûsyayê.
Bo şerê di navbera xwe de rawestînin, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir û li ser vê mijarê, Wezîrên Derve yên her du welatan vexwend Moskowê.
Putin roja Pêncşemê bi rêya telefonê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Peşinyan re axivî. Herwiha hat gotin, da ku danûstandinên cenaze û hêsîran pêk were ango ji ber sedemên mirovahiyê, şer were rawestandin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova piştrast kir, Ermenîstan û Azerbaycan dê wezîrên xwe bişînin Rûsyayê.
Herwiha Zaharova dibêje: "Em li ser amadehiyê berdewam in."
Ermenîstan û Azerbaycanê ser Qerebaxa Çiyayî di 27ê Îlonê de dest bi şer kirin. Ji nevî zêdetir axa Qerebaxê ji aliyê dîrokî ve Kurdistan e. Serê sedsala 20an bi awayekî fermî li vir Herêma Kurdistanê hatibû damezrandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin