Macron û Putin biryar dan Azerbaycan û Ermenîstanê vegerînîn ser danûstandinan

21 October 2020 09:30 0 dîtin
Macron û Putin biryar dan Azerbaycan û Ermenîstanê vegerînîn ser danûstandinan

PeyamaKurd – Di derbarê pirsgirêka Nagorno – Qarabaxê de, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin, bi rêya telefonê guftûgo kirin.

Li gor zanyariyan, Macron û Putin biryar dane Ermenîstan û Azerbaycanê vegerînin ser danûstandinên berfireh.

Fransa û Rûsya tevî Amerîka di Koma Mînsk de ne ku ew kom hewil dide di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de navbeynkariyê bike.

Wezîrên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê, dê roja Înê li Washington bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re bicivin.​