Putin bo ser rawestînin bang li Azerbaycan û Ermenîstanê kir
PeyamaKurd – Bo şerê di navbra xwe de rawestînin, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir û li ser vê mijarê, Wezîrên Derve yên her du welatan vexwend Moskowê.
Daxuyaniyek ji aliyê Qesra Kremlînê ya Serokatiya Rûsya hat belavkirin. Di daxuayniyê de hat destnîşankirin, ku Pûtîn roja Pêncşemê bi rêya telefonê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Peşinyan re axaft.
Herwiha hat diyarkirin, ji bo danûstandinên cenaze û hêsîran pêk were ango ji ber sedemên mirovahiyê, şer were rawestandin.
Ermenîstan û Azerbaycanê li ser Qerebaxa Çiyayî, 27'ê Îlonê dest bi şer kirin. Ji nêvî zêdetir axa Qerebaxê ji aliyê dîrokî ve Kurdistan e. Serê sedsala 20'an, bi awayekî fermî li vir Herêma Kurdistanê hatibû damezrandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin