Blinken: Divê Rûsya demildest girjîyê daxe û leskerên xwe yên li nêzî sînorê Ukrayna vekisîne
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi rêya telefonê li ser Ukrayna axifîn û diyar kir, divê Rûsya demildest girjîyê daxe û leşkerên xwe yên li nêzî sînorê Ukrayna vekişîne.
Wezareta Karên Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê eşkere kir, Blinken ji Lavrov re gotiye ku divê Rûsya demildest girjiyê daxe û leşkerên xwe yên li nêzî sînorê Ukrayna vekişîne.
Blinken eşkere kiriye, ew dixwazin bi Moskowê re hem bi dualî hem jî tevî hevbendan danûstandinê bikin.
Blinken herwiha destnîşan kiriye, ger Ukrayna were dagirkirin, ew ê encamên wê giran bin û bang li Moskowê kiriye ku di rêyên dîplomasîyê de danûstandinê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Ned Price destnîşan kir, axaftina Blinken û Lavrov li dû bersiva nivîskî ya Washingtonê ya bo Moskowê ya ser daxwazên ewlekariyê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin