Blinken: Rûsyayê berfirehkirina ser hilbijart, divê gefên bêwate rawestin!

22 September 2022 20:19 0 dîtin
Blinken: Rûsyayê berfirehkirina ser hilbijart, divê gefên bêwate rawestin!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, Pûtîn li şûna ku şerê li Ukraynayê bidawî bîne berfirehkirina şer hilbijart û daxwaz ji Rûsyayê kir êdî gefên bêwate yên bikaranîna çekên atomî rawestîne.

Blînken diyar kir ku bi ragihandina seferberiyê re li şûna ku şer bidawî bike, Rûsyayê bi wergirtina 300 hezar leşkeran berfirehkirina şer hilbijartiye û li ser gefên nukleerî jî got: “Helwesta me derbarê Ukraynayê de zelal e, divê demildest gefên atomî yên bêwate yên Rûsyayê rawestin.”

Herwiha Blinken li ser biryara Rûsya ya referandûman li herêmên Ukrayna yên dagir kirine jî hişyarî da û da xuyakirin: “Divê referandûmên sexte yên li ser axa Ukraynayê were redkirin û ti welatek nikare bi zorê sînorê welatekî din biguherîne.”