Blinken: Divê welatên Rojava bi Rûsyayê re xwedî pêwendî bin

25 March 2021 11:30 0 dîtin
Blinken: Divê welatên Rojava bi Rûsyayê re xwedî pêwendî bin

PeyamaKurd – Li Brukselê, di civîna yekem a Wezîrê Karûbarên Derve yê NATOyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, derbarê pêwendiyên NATO û Rûsyayê de axifî û diyar kir, divê welatên Rojava bi Rûsyayê re xwedî pêwendî bin, da ku berjewendiyên hevbeş pêş ve bixe, lê di helwesteke 'pir zelal' de, bimînin.

Herwiha Blinken bo helwestek tund û hevpar ya dijî Rûsyayê bang kir û got: "Di dawiyê de, ez difikirim ku ya em dikarin hêvî bikin, bi Rûsyayê re pêwendiyek bi kêmanî pêşbînî û aram be, hebe."

Di berdewamiyê de Wezîr Blinken destnîşan kir: "Her çend em bi Rûsya re bo pêşxistina berjewendiyên xwe û berjewendiyên hevalbendiyê bixebitin jî, em ê bixebitin da ku ji kiryarên Rûsyayê yên bêrûmet û dijminane, hesaban bipirsin."

Di heman demê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bang li Rûsyayê kir, da ku bi navbeynkariya meclîsa ku du sal in nikare kom be, ji nû ve dest bi diyalogê bike.

Stoltenberg got: "Dîyalog girîng e. Bi taybetî di demên wekî niha dijwar de, wê hingê girîng e ku meriv rûne û mijarên dijwar jî nîqaş bike."

Herwiha Stoltenberg eşkere kir, heya ku pêwendî dijwar be jî, pêwîst e ku were birêvebirin, da ku rîsk were kêmkirin.

Stoltenberg diyar kir: "Tevî ku di peywendiya hevalbendên NATO û Rûsyayê de tu başbûnek çênebe jî, ez bawer dikim, qe nebe em mecbûr in pêwendiyeke dijwar bi rê ve bibin li ser şefafî, kêmkirina krîzan û herwiha çareseriya pirsgirêka çekan."