Pûtîn: Divê Rojava fêm bike, ne pêkan e Rûsyayê di ser de têk bibe
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya bi pêşkeşvanê berê yê Fox Newsê Tucker Carlson re diyar kir ku di şerê ku li Ukraynayê berdewam dike de têkbirina Rûsyayê 'ne mimkûn e'. Pûtîn destnîşan kir ku divê Rojava fêm bike, ne pêkan e ku Rûsyayê di şer de têk bibe.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskovayê di hevpeyvînekê de ligel pêşkeşvanê berê yê Fox News Tucker Carlson, bang li Amerîka, YE û NATOyê kir û got, ne mimkûn e ku Rojava di şerê xwe yê bi Ukraynayê de Rûsyayê têk bibe. divê ew fêm bikin.
Serokê Rûsyayê got, "Heya niha deng û qîrînên têkbirina şikestineke stratejîk li ser Rûsyayê di qada şer de dihatin kirin. Lê niha xuya ye ku ew dest bi têgihiştinê kirine ku ev yek pir zehmet e, eger mimkûn be. Bi dîtina min, ne mimkûn e."
Dema ku Pûtîn li ser bingehên dîrokî bi berfirehî diyar kir ku ew di şerê ku di Sibata 2022yan de li dijî Ukraynayê da destpêkirin de rast bû, wî ji rêveberiya Washingtonê re got, "Eger hûn bi rastî dixwazin şer rawestînin, divê hûn dayîna çekan bidin sekinandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin