Rûsya: Divê Hamas demildest hemû dîlan serbest berde

24 October 2023 20:00 0 dîtin
Rûsya: Divê Hamas demildest hemû dîlan serbest berde

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitriy Peskov di civîneke rojnamevanî de li şerê Îsraîl-Hamasê ragihand ku divê Tevgera Hamasê demildest hemû dîlên di destê xwe de serbest berde û ew dê hewlên xwe yên ji bo danûstandinên bidawîkirina şer bidomînin.

Peskov got ku divê di şerê Îsraîl-Hamasê de kêlî berî kêliyê agirbest bê ragihandin û pêwîste ji bo Filîstîniyan dewleteke serbixwe bê avakirin.

Herwiha Peskov bang li Tevgera Hamasê kir, hemû dîlên di destê xwe de demildest azad bike û got, "Ev helwesta me ya teqezî ye. Helbet em bang li Hamasê dikin ku hemû dîlan serbest berde.”

Peskov, diyar kir ku ew dê ji bo azadkirina dîlên welatiyên rûsî yên di destê Hamasê de jî hewlên xwe bidomînin.