Rûsya: “Divê hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin ”
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, bê ku hikûmeta Beşar Esed daxwazê bike divê hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bersiva şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkayê John Bolton da, ku ragihandibû, Washington çavê wê li alîkariya welatên din e, ku bi zorê Îranê ji axa Sûriyê derbixin.
Sergey Lavrov ji rojnamevanan re ragihand: ‘’Dawiyê de pêwîste hemû hêzên biyanî li Sûriyê derkevin û bê ku pêwîst bike hikûmeta Sûriyê wê daxwazê ji wan bike.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin