Almanyayê bangawaziya derxistina hemû hêzên biyanî û çeteyan kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê, bangawaziya derxistina hemû hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê kir.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel banga derxistina hêz û çeteyan û pêkanîna agirbesta mayinde kir, herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya Lîbyayê derbirî.
Balyozxaneya Alman ya li Lîbyayê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir: “Angela Merkel, piştgiriyê dide Hikûmeta Lîbî da ku amadekariya ji bo hilbijartinên nîştimanî yên 24 Kanûnê bike.”
Li gorî balyozxaneyê, Merkel û serokê Hikûmeta Lîbî Ebdulhemîd El-Debîbe, di guftûgoyên do de, dosyaya koçbûna nerewa, dozên herêmî, geşedanên aborî û gavên pêşerojê yên pêvajoya siyasî nîqaş kirin.
Tevî van bangên hundir û derve, heya niha tu kişandina leşker û çeteyan nehatiye tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin