Almanyayê alîkariyên tenduristî pêskesî hêzên Pêsmerge kir

15 August 2024 18:46 0 dîtin
Almanyayê alîkariyên tenduristî pêskesî hêzên Pêsmerge kir

PeyamaKurd - Hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê bi merasîmekê alîkariyên tenduristîyê pêşkeşî hêzên Pêşmerge kir.

Bi amadebûna Cîgirê Serokerkan Lîwa Rukin Hoşmen Heyder Reşîd û Fermandarê Hêzên Almanya yê li Dijî DAIŞê û Fermandarê Pêşxistina Şiyanan li Iraqê Kolonel Shonhover, Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoveski merasîma pêşkeşkirina alîkariyên pizîşk bo hêzên Pêşmerge hate lidarxistin.

Di merasîmê de beşeke din a alîkariyên Almanyayê, ku ji hejmareke pêdivîtiyên hawarhatina destpêkî pêk dihat, radestî Birêveberiya Mîre ya Giştî ya Serbazî ya Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Lîwa Rukin Hoşmen Heyder Reşîd spasiya Almanyayê kir, ji ber wan alîkariyên berdewam pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dikin, ku wan alîkariyan bandor li ser bihêzkirina warê tenduristî li Wezareta Pêşmerge kiriye.

Reşîd bal kişand ser ku Almanya ji destpêka DAIŞê heta niha alîkar û hevaheng bû û roleke girîng di pêşxistina warê pizîşkî de hebû.

Lîwa Rukin Hoşmen got: “Almanyayê di demên borî de roleke berçav di xizmetkirina Pêşmergeyan de hebû, nexasim di çêkirina nexweşxaneya Pêşmergeyan de û alîkarîya piraniya yekîneyên leşkerî li Wezareta Pêşmerge.”

Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê jî got, “Pêwendiyên me berdewam in û alîkariyên îro jî nîşana pêwendiya bihêz a navbera tîma serbazî ya artêşa Almanyayê û Wezareta Pêşmerge ye, herwiha bicihanîna soznameyên me ye ji bo Wezareta Pêşmerge û pêngaveke erênî ye di avakirina hêza Pêşmergeyan de.”