Rûsya ji zêdekirina jimara leskerên Amerîkayê acize
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser mijara peymana navbera Amerîka û Polonyayê ku Amerîka biryar da jimara leşkerên xwe 2 hezar li Polonyayê zêde bike, aciziya xwe anî ziman. Peskov weha got:
“Bila şika ti kesî tinebe û bizanibe ku artêşa Rûsyayê vê peyam û agahiyan analîz dike. Artêşa Rûsyayê vê mijarê û mijarên weka wê analîz dike da ewlekariya Rûsyayê nê tehdîdkirin.”
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, di mijara zêdekirina jimara leşkerên Amerîkayê li Polonyayê bi rizamendî pêşwazî kir û weha got:
“Ev nîşan dide ku Amerîka bi bawermendî xwe daye pişta ewlekariya Awrûpayê û ev nîşana saxlemiya pêwendiyên transatlantîkê ye.”
Serokê Polonyayê, do bi Trump re peymana zêdekirina leşkerên Amerîkayê li Polonyayê îmze kiribû û hetta xwestibû ku Amerîka li Polonyayê baregeheka leşkerî ava bike û Polonya amade ye ku 2 mîlyar dolar perê avakirina baregehê bide Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin