Leskerên Amerîkayê hêj negihabûn Ermenistanê Rûsya xwe gelek aciz kir
PeyamaKurd – Ji payîza sala 2020an heya niha Ermenistan di nav xwe de niqaşê dike ku baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ermenistanê ne, bê bigrin an na! Di ser de, hefteya pêşiya me Amerîka û Ermensitan li Ermenistanê tetbîqata leşkerî dê bikin.
Tetbîqata bi navê ‘Eagle Partner 2023’ di 11 ê Êlûnê de destpêdike û di 20 ê Êlûnê de dê biqede. Rêvebiriya Ermenistanê bi Amerîka re tetbîqatê dike û welatên ku ne endamên NATO ne, wê di çarçova ‘Bernama Hevkariya ji bo Aştiyê’ de tevlî tatbîqatê bibin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan jî berya tetbîqatê bikin, ragihand ku Azerbeycan leşkerên xwe li ser sînor kom kiriye û dibe ku bibe sedema şerekî. Paşinyan dibêje ku rewşa Qerebaxê ber bi xerabbûnê de diçe û her diçe Azerbeycan daxwaza axa zêde dike.
Paşinyan, ji Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî hawarê xwest ku mudaxele bikin lê daxwuyaniya ku ji Moskovayê hat dayîn, temamê balê kişand ser Ermenistanê. Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Galuzin li ser tetbîqata hevpar aşkera hişyariyê da Ermenistanê û got:
“Em dibînin ku NATO ne tenê Ûkraynayê lê di serî de Ermenistanê û welatên cîran yên Rûsyayê dixebite ku bixe bin destê xwe. Xelkê Ermenistanê wê rastiya îro ya navdewletî fam bike û wê rê nede hêzên li dijî Rûsyayê û Ermeniyan. Ji ber ku xelkê Ermenî zanaye û pêşiya xwe baş dibîne. Moskova ti carê zorê nade ser ti kesî. Lê em bala hevkarên xwe dikşînin ser rastiya wê yekê ku xwe nêzîkkirina NATOyê ji bo ewlehiya wan, ti encama erênî nayne.”
Di pey ragihandina Galuzin de, berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî ragihand ku tetbîqata Amerîka-Ermenistanê îstîqrara Qafqasyayê xerab dike û wê Rûsya wezîfa garantiya ewlehiyê dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin