Putin jimara leskerên artêsa Rûsyayê zêde dike
PeyamaKurd – 6 mehe ku şerê Rûsya û Ûkraynayê dewam dike û serokê Rûsya Putin biryarê da ku jimara leşkerên artêşa Rûsyayê zêde bike. Zêdekirina jimara leşkerên artêşê, di dinyayê de weka xwurtkirina artêşê hat fêmkirin. Rûsya wê heya serê salê 137 hezar leşker li artêşa xwe zêde bike.
Biryarname ji aliyê serokê Rûsya Putin de hat îmzekirin. Li gor ragihandina portala înternetê ya enformasyonê ya Rûsyayê Putin ferman daye ku jimara artêşa federasyona Rûsyayê wê 1.150.628 kes leşker bin û bi temamî wê jimar 2.039.758 kes bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin