Artêsa Ukrayna: 18 hezar leskerên Artêsa Rûsyayê hatin kustin
PeyamaKurd-Wezareta Parastinê ya Ukraynayê hejmara dawîn a wendahiyên Artêşa Rûs ragihand. Li gorî daxuyaniyê, wendahiyên Artêşa Rûsyayê bi deh hezaran kuştî û bi sedan maşîn û navgînên şer in.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê de daneyên şer ên navbera 24ê Sibatê û 3yê Nîsanê hatin eşkerekirin. Daneyên dawîn ên wendahiyên Artêşa Rûsyayê ev in: “Nêzîkî 18 hezar leşker hatine kuştin, 143 balafir, 134 helîkopter, 644 tanq, 1830 maşînên zirxpoşî, 325 top, 105 pergalên roketavêj û 54 pergalên parastina hewayî hatine rûxandin.”
Ji bilî çek û maşînên şer, 1249 maşîn, 7 keştî, 76 maşînên sotemeniyê û 89 balafirên bêmirov jî di nav wendahiyên şer ên Artêşa Rûsyayê de cih digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin