Rûsya: Artêsa Ukrayna li girtîgehê xist: 40 leskerên dilgirtî hatin kustin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandiye ku şeva borî, artêşa Ukraynayê bi moşekên cûreya Himers, ku mûşekên Amerîkî ne, zindanek bombebaran kiriye û di encamê de bi dehan dîlên Ukraynî hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya îro Înê hatiye belavkirin tê gotin, artêşa Ukraynayê moşekek avêtiye girtîgeheke li herêma Donetskê ku dîlên Ukraynî tê de bûn û di encamê de 40 leşkerên dîl ên Ukraynî hatine kuştin û 75 dîl jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, moşeka ku artêşa Ukraynayê avêtiye ser girtîgehê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye çêkirin ku di van demên dawî de dane artêşa Ukraynayê.
Wezareta Berevanîya Rûsyayê herwiha dibêje, artêşa Ukrayna dixwaze bi vê rêyê çavên leşkerên xwe bitirsîne û pêşî li xweradestkirina wan bigre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin