Rûsya: Me li yek ji navendên biryardayînê yên artêsa Ukraynayê xist

17 June 2023 16:59 0 dîtin
Rûsya: Me li yek ji navendên biryardayînê yên artêsa Ukraynayê xist

PeyamaKurd Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku wan bi moşekên menzîl dûr û dirêj li yek ji navendên biryardayînê yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê xistine.

Konaşenkov derbarê çalakiyên yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir, li Ukraynayê li dijî hin hedefan êrîş pêk anîne û da zanîn, “Di 16ê Hezîranê de Hêzên Çekdar ên Federasyona Rûsyayê bi moşekên menzîl dirêj ên ji behrê û ji hewayê ve êrîşeke komê li ser yek ji navendên biryardayînê yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê pêk anî. Êrîş gihişt armanca xwe. Tiştên ku hatine tespîtkirin hatin derbkirin.”

Konaşenkov da zanîn, artêşa Ukraynayê di nava rojê de li ser Başûrê Donetskê, Donetsk û Zaporozhye êrîşên xwe berdewam kirine. Heta niha 444 balafir, 239 helîkopter, 4 hezar û 668 balefirên bê mirov, 426 sîstema moşekên parastina hewayî, 10 hezar û 47 tang, 1124 roketavêjên pirlûle, 5 hezar û 141 obus û hawan, 10 hezar û 996 wesayîtên leşkerî yên taybet hatine rûxandin.