Ukrayna: 20 hezar û 800 leskerên Artêsa Rûs hatine kustin

19 April 2022 16:59 0 dîtin
Ukrayna: 20 hezar û 800 leskerên Artêsa Rûs hatine kustin

PeyamaKurd-Ukraynayê ragihand ku ji destpêka şerê Rûsyayê yê li dijî wan û heta niha, 20 hezar û 800 leşkerên Rûs hatine kuştin û bi sedan maşîn û balafirên Artêşa Rûs hatine jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê ve hat dayîn; ji 24ê Sibatê heta 19ê Nîsanê bi giştî 20 hezar û 800 leşkerên Rûs hatine kuştin, 169 balafir, 150 helikopter, 802 tanq, 2 hezar û 63 maşînên zirxî, 386 top, 132 roketavêj û 67 pergalên parastina hewayî hatine jinavbirin.

Hat zanîn ku 1495 maşîn, 8 keştî, 76 maşînên sotemeniyê û 158 balafirên bêmirov ên Rûsyayêjî hatine jinavbirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniya 25ê Adarê de ragihandibû ku li Ukraynayê 1351 leşkerên wan hatine kuştin.