Ukrayna: 23 hezar leskerên Rûs hatine kustin

29 April 2022 17:14 0 dîtin
Ukrayna: 23 hezar leskerên Rûs hatine kustin

PeyamaKurd-Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê, wendahiyên Artêşa Rûs eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê, ji destpêka şer û heta niha, 23 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin û bi sedan alav û amûrên çekdarî hatine jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Sererkaniya Ukraynayê, ji 24ê Sibatê heta 29ê Nîsanê; ji Artêşa Rûsyayê 23 hezar leşker hatine kuştin. Ji bo wendahiyên cebilxaneya şer jî agahî hatin parvekirin. Hat ragihandin ku ji destpêka şer, heta niha 189 balafir, 155 helîkopter, 986 tanq, 2 hezar 418 maşînên zirxpoşî, 435 top, 151 roketavêj û 73 pergalên parastina hewayî hatine jinavbirin. Her wiha 1695 maşîn, 8 keştî, 76 maşînên sotemeniyê û 229 balafirên bêmirov jî hatine jinavbirin.