Ukrayna: Nêzîkî 13 hezar leskerên me hatine kustin

02 December 2022 16:32 0 dîtin
Ukrayna: Nêzîkî 13 hezar leskerên me hatine kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê Şêwirmendê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mikhail Podolyak ve hat ragihand ku di encama şerê navbera Rusya û Ukraynayê de di navbera 10 û 13 hezaran de leşkerên Ukraynayê hatine kuştin.

Mikhail Podolyak, di daxuyaniya ku ji bo qenaleke televîzyonê de rewşa dawî ya şerê ku Rusyayê ji 24ê Sibatê ve li dijî wan daye dastpêkirin, nirxand û di derbarê wendahiyên artêşa Ukraynayê de jî agahî dan.

Podolyak diyar kir li gorî daneyên ji Serfermandariya Ukraynayê û Sererkaniyê hatine ragihandin, teqrîben di navbera 10 û 13 hezaran de leşkerên wan mirine.

Her wiha ji aliyê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen jî bi rêya hesabê medyaya civakî li ser şerê ku dewam dike, peyameke bi vîdeo hatibû belavkirin û gotibû,

“Li gorî tê texmînkirin, heta niha ji 20 hezaran zêdetir sivîl û ji 100 hezaran zêdetir endamên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.”

Ev peyam, ji aliyê Serfermandariya Ukraynayê ve nahatibû piştrastkirin û paşê di vîdeyoya Ursula von der Leyen de beşa li ser windahiyên Ukraynayê hatibû rakirin û heman vîdeo ji nû ve hatibû weşandin.