Ukrayna: 100 hezar û 400 leskerên Rus hatine kustin

22 December 2022 18:41 0 dîtin
Ukrayna: 100 hezar û 400 leskerên Rus hatine kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Ukryanayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve bi deh hezaran leşkerên Rus hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji 24ê Sibatê û heta niha, nêzîkî 100 hezar û 400 leşkerên Rus hatine kuştin û hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawî de jî 660 leşkerên Rus hatine bêbandorkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di şer de 283 balafirên aîdê artêşa Rus, 267 helîkopter, 3 hezar û 3 tanq, 5 hezar û 981 maşînên zirxpoşî, 1978 top, 413 roketavêj û 212 pergalên parastina asîmanî, ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatine jinavbirin.

Her wiha hat diyarkirin ku 4 hezar û 615 maşînên aîdê Rusyayê, 16 keştiyên mezin û yên biçûk û 1693 balafirên bêmirov hatine jinavbirin û 653 moşekên hatine havêtin jî ji aliyê hêzên berevaniya Ukraynayê ve hatine xistin.

Li ser wendahiyên şer, Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu di 21ê Îlonê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku di şer de 5 hezar û 937 leşerên Rus hatine kuştin.