Ukrayna: 26 hezar leskerên Artêsa Rûsyayê hatin kustin

10 May 2022 17:08 0 dîtin
Ukrayna: 26 hezar leskerên Artêsa Rûsyayê hatin kustin

PeyamaKurd-Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê, wendahiyên Artêşa Rûs ragihandin. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, ji detpêka şerê li dijî Ukraynayê ve 26 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin û bi hezaran tanq, maşîn û balafirên Artêşa Rûsyayê hatine rûxandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê hat belavkirin, ji 21ê Sibatê heta 10ê Gulanê; di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi giştî 26 hezar leşkerên Artêşa Rûsyayê hatine kuştin. Li gorî daneyên ku hatin parvekirin, di vê pêvajoyê de 199 balafir, 158 helîkopter û 1170 tanqên Artêşa Rûsyayê hatine jinavbirin.

Bi berdewamî hat ragihandin ku 2 hezar û 808 tanqên zirxpoşî, 519 top, 185 roketavêj, 87 pergalên parastina hewayî, 1980 maşîn, 12 keştî, 380 balafirên bêmirov û 94 moşek hatine jinavbirin.

 Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê ya 25ê Adarê, 1351 leşkerên Artêşa Rûsyayê hatibûn kuştin.