Polonyayê li hember gefa Rûsyayê banga zêdekirina leskeran li Amerîkayê kir
PeyamanKurd - Alîkarê Serokwezîrê Polonyayê Jaroslaw Kaczynski, bang li Amerîkayê kir ku li hember Rûsyayê leşkerên Amerîka yên li Ewropayê zêde bike. Kaczynki Almanya jî tawanbar kir û da zanîn ku têkiliyên Rûsya û Almanyayê zêde nêzîk in.
Jaroslaw Kaczynski li ser şerê dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê da zanîn ku niha 100 hezar leşkerên Amerîkî hene, divê hejmar bibe 150 hezar leşker, bila nîvê van leşkeran li Sînorên Rûs ên li rojhilatê Awrûpa bên bicihkirin, bila bi qasî 50 hezar leşker jî ji welatên Polonya û Behra Baltikê re werin şandin.
Kaczynski got ku Rûsya ji firotina petrolê ya dervve, 5 qat zêdetirê gaza xwezayî dahatê bi dest dixe. Herwiha rexne li Almanyayê jî kir û da zanîn ku wan ji bo Ukraynayê bi qasî ku pêdivî pê hebû, çek dabîn nekirin û dorpêç nedanîn ser petrola Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin