Amerîka: Rûsya leskerên xwe îdam dike!

27 October 2023 13:02 0 dîtin
Amerîka: Rûsya leskerên xwe îdam dike!

PeyamaKurd – Qesra Spî îdia kir ku Rûsyayê leşkerên xwe yên ku li Ukraynayê guh nedane fermanan "îdam kirin" û fermandaran gefa kuştinê li leşkerên ku dixwestin ji eniyên pêş ên Ukraynayê vekişin xwar.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, leşkerên Rûsyayê li Ukraynayê "kêmasî hatine perwerdekirin û bikêrhatîbûn û ji şer re ne amade ne", ev yek bû sedema "moral û berxwedanek kêm li hember guhdana fermanan."

Kirby bal kişand ser wê yekê ku "Rûsya leşkerên kêmperwerdekirî rasterast bêyî alav, rêberî, çavkanî û piştgirîya guncav dişîne şer", Kirby got, "Li ber çavê wan hemû şert û mercan, ne tiştekî ecêb e ku moralê hêzên Rûsî nizim be."

Kirby îdia kir ku Rûsyayê leşkerên xwe yên ku li Ukraynayê guh nedane fermanan "îdam kirin" û fermandarên Rûsî gefa kuştinê li hemû leşkerên ku dixwestin ji eniyên pêş ên li Ukraynayê paşve bikişiyan, xwaribû û wiha got: "Îdamkirina leşkerên ku naxwazin guh bidin fermanan, rewşeke ku divê bê şermezarkirin e."

Kirby got, "Gefkirina tevahiya yekîneyên bi îdamê barbarî ye."