CNN: Amerîka 4 hezar leskerên xwe ji Afxanê diksîne

27 June 2020 21:42 0 dîtin
CNN: Amerîka 4 hezar leskerên xwe ji Afxanê diksîne

PeyamaKurd- Çapemeniya CNN ê ya Amerîkayê got ku Amerîka bi sedema li Afxanistanê bi Talîbanê re lihev kiribû, di ser 4 hezaran de leşkerên xwe ji Afxanistanê vedikşîne. CNN bingeha bûyera xwe dibe ser du rêvebirên di asta bilind yên Amerîkayê.

Niha 8 hezar û 600 leşkerên Amerîkayê li Afxanistanê ye û dixwaze jimara leşkeran daxe 4 hezar û 500 neferan. Rêvebiriya Trump li ser vê mijarê dixebite û tê gotin ku Trump biryara xwe ya dawîn daye. Hat gotin ku Mark Esperê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê bo hevkarên xwe yên NATO yê behsa mijarê kiriye lê roja vekişandinê nehatiye aşkerakirin.

Heya niha jimara leşkerên Amerîkayê ku li Afxanistanê ne 14 hezarin. Nehatiye gotin bê heya niha çend leşker ji Afxansitanê vekişiyane.