Lindsey Graham: Amerîka 4 hezar lesker ji Afxanistanê vediksîne
PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê komarî Lindsey Graham ragihand ku dê serokê Amerîkayê li ser kêmkirina leşkerên Amerîkyê yên li Afxanistanê, di nava vê hefteyê de biaxife. Graham bo seredanê çû Afxanistanê û got ku heya paşiya salê, hinek leşkerên xwe ji Afxanistanê vekişînin û jimara wan dê dakeve 8 hezar û 600 î.
Graham got ku vekişîna leşkerên Amerîkayê bi şerte û li ser bicîhanîna soza Talîbanê ye. Eger Talîban xalên lihevkirinê bicîhbîne û li ser soza xwe bisekine, wê leşkeran vekişînin. Parastina Afxanistanê, wê dewrê Hêzên Netewî yên Ewlekariya Afxanistanê bikin.
TV ya CNN ê ya Amerîkayê bê ku çavkaniya xwe bide, heman nûçeyê piştrast kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin