Amerîka di çarçoveya diyaloga stratejîk de leskerên xwe ji Iraqê vediksîne

08 April 2021 10:59 0 dîtin
Amerîka di çarçoveya diyaloga stratejîk de leskerên xwe ji Iraqê vediksîne

PeyamaKurd – Amerîka, leşkerên xwe di çarçoveya gera sêyem a diyaloga stratejîk ya di navbera Amerîka û Iraqê de vedikşîne.  

Gera sêyem a diyaloga stratejîk a ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên di navbera Bexda û Washingtonê de, do destpê kiribû. Di daxuyaniyeke hevbeş de, Amerîkayê tekezî li ser rêzgirtina serwerî û asayişa Iraqê kir.

Li gor daxuyaniya Amerîkayê: “Vekişandina hêzên Amerîkî û hêzên navdewletî yên din ji operasyonên şer ber bi rahênankirin û amadekirina hêzên ewlehiya navxweyî, nîşana serkeftina hevpariya wan a stratejîk e û gerentiya wê yekê dide ku careke din DAIŞê li ser aramiya Iraqê nebe gefek.”

Iraqê di daxuyaniyê de soz da, baregehên ku hêzên Amerîkî lê ne biparêze ku Washington dibêje: “Ew tenê ji bo piştevaniya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de li wî welatî ye.”

Komên çekdar ên nêzî Îranê, bi tundî li dijî hebûna leşkerî ya Amerîka li Iraqê ne û gelek caran binkeyên ji aliyê hêzên Amerîkî tên bikaranîn, tên armanckirin.