‘Hebûna Kurdistanê di diyaloga stratejîk de ji bo Amerîka gelekî girîng e’

18 July 2021 12:00 0 dîtin
‘Hebûna Kurdistanê di diyaloga stratejîk de ji bo Amerîka gelekî girîng e’

PeyamaKurd - Serokê Enstîtuya Rojhilata Navîn a lêkolînan Dilewer Aladîn derbarê pêwendiyên Iraq-Amerîka û egera vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê de got, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku bi hêsanî ji Iraqê venakişe.

Aladîn li ser serdana Washingtonê ya şanda Iraqê û hebûna şanda Herêma Kurdistanê di nav diyalogên stratejîk de destnîşan kir, “Li cem Amerîka gelekî girîng e ku Herêma Kurdistanê hest bi hevpariya di diyalogê de bike.”

Dilewer Aladîn ji K24ê re gotiye: “Dikarin bibêjin ku Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku bi hêsanî ji Iraqê venakişe, ji ber ku karnameyeke wan a dewlemend ji bo Iraqê heye û berjewendiyên wan yên mezin li Iraq û herêmê hene û Iraq xwedî pêgeheke girîng e ji bo Amerîka û hevpeymanên wê re.”

Dilawer Aladîn diyar kir: “Ta niha Amerîka hejmareke mezin ji leşkerên xwe ji Iraqê vekişandine, lê arasteya wan hat guhartin û ew gihîşt wê baweriyê, eger hêzên xwe ji vê hejmara heye kêmtir bihêle, dê nikaribe berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêze.”

Dilewer Aladin li ser girîngiya hebûna şanda Herêma Kurdistanê di nava şanda Iraqê ya ji bo Washingtonê de got: “Demek e dest bi diyaloga stratejîk di navbera Iraq û Amerîka de bûye, nûnerên Kurd jî bi fermî di wê şandê hene, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û hejmarek nûnerên din ên Kurd di şanda Iraqê de hene, girîngî jî di wê de ye ku dengê Herêma Kurdistanê di diyalogê de hebe û neyê piştguhkirin.”

Aladîn destnîşan kir, “Li cem Amerîka gelekî girîng e ku Herêma Kurdistanê hest bi hevpariya di diyalogê de bike, ji aliyekî din ve jî ji Bexdayê re jî girîng e ta ku ji Amerîkiyan re diyar bikin ku Kurd di diyalogê de nehatine bêparkirin.”