Rûsya: “Diyaloga stratejîk ya îstîqrarê bi Amerîka re rawestiya”

30 April 2022 17:34 0 dîtin
Rûsya: “Diyaloga stratejîk ya îstîqrarê bi Amerîka re rawestiya”

PeyamaKurd – Serokê beşa kontrola sîlihan ya wezareta karên derve yê Rûsyayê Vladimir Yermakov ragihand ku bi Amerîka re diyaloga stratejîk ya îstîqrarê hatiye rawestandin. Lê piştî şerê bi Ûkrayna re biqede, dibe ku car din normal bibe.

Yermakov ji bo çapemeniya Rûsyayê ragihandina xwe kir û behsa diyaloga stratejîk ya îstîqrarê ya bi Amerîka re kir û got ku Amerîka di hevdîtinan de rikberiyê dike û ji ber wê muzakereyan dane rawestandin. Yermakov weha got:

“Ji îro û pê de wisa xwuya dike ku em nikarin behsa îhîmala muzakereyên ji bo îstîqrarê bi Amerîka re bikin. Mixabin temamê tevgerên Amerîka bir rikin. Diyaloga stratejîk ji bo fikrekî hevpar girînge. Niha diyalogeka weha ji aliyê Amerîka de bi fermî hatiye rawestandin. Wisa xwuya dike ku piştî operasyon temam bibin, dibe em dagerin ser hevdîtinên îstîqrarê yên stratejîk yên bi Amerîka re.