Amerîka: Rûsya, wek stratejîk, operasyonî û taktîkî wenda kir
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley bi hevre civîna çapemeniyê kirin û ragihandin ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê wek stratejîk, operasyonî û taktîkî şer wenda kiriye. Ragihandin li Bruksela Belçîkayê berya civîna NATO destpêbike hat kirin.
Austîn ragihand ku tişta herî baş ew e ku Ûkrayna di seha şer de her tiştî wergerîne leha xwe û weha dewam kir:
“Ji ber wê, em bende ne ku di vê baharê de êrîş bikin. Ji ber wê jî em temamên hevparên grûba parastina hevbeş ya Ûkraynayê ji bo bandora li seha şer bawer bin bê alavên zirxî, êrîş û hêza îkmalê temame û ji bo wê pir dixebitin.”
Orgeneral Milley jî ragihand ku Rûsya wek stratejîk, operasyonî û taktîkî wenda kiriye. Putin texmîn dikir ku wê hêza NATO yê perçe bike û kiryarên wî bê ceza bimînin. Di vir de Putin xeletî kir. NATO ji wextên berê bêhtir bi qewete û Milley weha dewam kir:
“Rûsya niha di derveyê kurê de maye (tecrîd). Dinya îlhama xwe ji wêrekî û berxwedana wê distîne. Kin û kurt Rûsya têkçû. Di seha şer de bedelên mezin didin. Heya Putin şer dewam bike wê Ûkrayna bi her awayî bê destekkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin