Esper: Hevrikên herî stratejîk ên Amerîkayê Rûsya û Çîn in

17 September 2020 17:33 0 dîtin
Esper: Hevrikên herî stratejîk ên Amerîkayê Rûsya û Çîn in

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Mark Esper di konferansa dezgeha ramyarî Rand Corporation a Amerîkî de axivî û got, hevrikên herî stratejîk ên Amerîkayê Rûsya û Çîn in.

Esper di gotara xwe de dibêje; “Em niha di serdema hevrikiya/reqabeta hêzên mezin de ne. Wezareta Bergiriyê Çîn û Rûsyayê wekî hevrikên me yên herî stratejîk dinirxîne.”

Esper diyar dike ku herdu welatan jî hêzên xwe modernîze kirine û derfetên wan ên fezayî û sîber zêde bûne.

Wezîrê Amerîkî destnîşan dike, “Amerîka û şirîkên wê divê prensîbên xwe yên bingehîn û awayê jiyana xwe berdewam bikin. Em ji bo vê jî xwedî biryardariyeke tam in.”