Esper: Kustina Silêmanî awantajeke stratejîk da Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, ragihand ku kişandina Qasim Silêmanî ji qada şer awantajeke stratejîk a demdirêj xistiye destê Amerîkayê.
Mark Esper di gotara xwe ya li Zanîngeha John Hopkinsê de, bal kişand ser ku biryara êrîşa kuştina Qasim Silêmanî (Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê) bo wî ‘biryareke hêsan’ bû û diyar kir ku piştî bi hefteyan bi ser kuştina wî de Îran û Amerîka hatina qonaxa şerkirinê.
Esper destnîşan kir ku kuştina Silêmanî destkefteke demdirêj a stratejîk xistiye destê Amerîkayê ku bixwe terorîstekî bûye sedema kuştina bi sedan Amerîkiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin