NYT: Amerîkayê berî kustina Silêmanî tenê serokek agahdar kir!
PeyamaKurd – Rojnameya New York Times Amerîkî da xuyakirin ku berî kuştina Qasim Silêmanî, Amerîkayê tenê serokekî Rojhilata Navîn derbarê plana kuştina Silêmanî de agahdar kiriye ku ew jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ye.
Rojnameyê ragihand ku Netanyahû ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve berî kuştina Qasim Silêmanî plana kuştina Silêmanî ji wî re gotiye.
Li gorî New York Timesê ji xeynî Netanyahû ti kesekî din ji plana kuştinê nehatiye agahdarkirin û nexşeya plana kuştina Qasim Silêmanî jî 18 meh berî niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibû danîn.
Hat diyarkirin ku dema John Bolton Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê bû, ev mijare li ber CIAyê bû û wan ew nexşe kiribûn projeyeke sereke.
Dezgeha Istixbareta Îsraîlê li Sûriyê kêlî bi kêlî zanyariyên istixbaretî dane Ajansa Istixbareta Navendî ya Amerîkayê li ser tevger û geştên firokevanî yên Qasim Silêmanî ku 3yê Çileya 2020an bi balafirên bêmirov hat kuştin.
Herwiha rojnameya Haaretz jî daye zanîn ku çend kesan derbarê geşta asmanî ya Qasim Silêmanî bo Bexdayê de, li balafirxaneya navdewletî ya Şamê zanyarî gihandine CIAyê.
Li aliyê din, hikûmeta Iraqê jî 4 kes desteser kirine ku guman li ser heye destê wan di wê bûyerê de hebe û du kes ji wan karmendên balafirxaneya Bexdayê ne û du jî karmendên hêla asmanî ya Cham Wings a Sûriyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin