Mescîdî: Têkiliya Hewlêr û Bexdayê bi kustina Silêmanî nîne

14 January 2020 23:54 0 dîtin
Mescîdî: Têkiliya Hewlêr û Bexdayê bi kustina Silêmanî nîne

PeyamaKurd- Sefîrê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî tevlî fuara ku li Silêmaniyê destpêkir bû. Fûar ji aliyê şîrketên Îranê yên mezin de hat lidarxistin. Mescîdî bo tora medyayê Rûdawê ragihandiye ku ti têkiliya kuştina Qasim Silêmanî bi Hewlêr û Bexdayê re tine ye. Mescîdî gotiye ku wê Amerîkayê ji Rojhilata Navîn derxin. Mescîdî weha got:

“Ji vê cînayetê rast e rast Amerîka berpirse. Ti têkiliya Hewlêr û Bexdayê bi vê mijarê tine ye. Lewra em ê tola xwe ji Amerîkayê bistînin.”

Mescîdî behsa têkiliyên navbera Tehran û Kurdistanê kir û got ku têkiliyên dîrokî yên dostane di navbera Tehran û Kurdistanê de hene û weha dewam kir:

“Têkiliyên me di asta ciddî de ne. Dibe ku em di mijarên cuda de xwediyê fikrên cuda bin. Ev gelek normal e. Ev bo hevkariya me ne asteng e.”

Mescîdî got ku Îro li Silêmaniyê ji Îranê 150 şîrketên Îranê tevli fûarê bûne û wê heya 18 ê mehê dewam bike.