Sanda Esed ji bo rewsa pistî kustina Silêmanî çû Tehranê

13 January 2020 18:44 0 dîtin
Sanda Esed ji bo rewsa pistî kustina Silêmanî çû Tehranê

PeyamaKurd – Şandeke hikûmeta Sûriyê piştî kuştina Qasim Silêmanî ji bo nîqaşkirina bûyerên dawî yên li herêmê qewimîne bi serdaneke fermî çû Tehranê.

Serdana rejîma Sûriyê piştî kuştina Qasim Suleymanî tê ku li gorî ajansa fermî ya Sûrî SANAyê, mebesta şandê pêkanîna danûstandinên fermî di navbera Îran û Sûriyê de ye.

Şandeya Sûrî diyar kir ku ji mafê Îranê ye xwe biparêze û li hember komployên navdewletî li ber xwe bide.

Di van danûstandinan de herdu aliyan teqez kir ku divê têkiliyên wan werin xurtkirin û bi hev re li hemberî komployan rawestin.

Şandeya Sûrî ji Wezîrê derve yê rejîma Sûrî Welîd el-Muelim, cîgirê serokwezîr û wezîrê parastinê pêk tê û tê çaverêkirin piştî vê serdanê, şandeya Sûrî berê xwe bide Moskowê.