Koreya Bakur gefa bikaranîna mosekên balîstîk li cîhanê xwar
PeyamaKurd - Rêberê Koreya Bakûr Kîm Jong-un ragihand ku piştî ceribandina nukleerî ya Koreya Bakur, ew ê jîrekiyên xwe yên li ser êrîşên jêger ku nayên guhestin û nayên firotin bi berdewamî bi pêş ve bibin.
Kîm Jong-un ji bo ceribandina moşekên balîstîk bi zanist, teknîker û xebatkaran re hat gel hev. Kîm Jong-un da zanîn ku Washîngton hewil dide pêkutiyê li ser Pyongyangê bike lê hêza parastina rewa nayê guhestin û bi tu tiştekî nayê kirîn û firotin û ew ê jîrekiyên xwe yên di vî derbarî de pêşvetir bibin.
Kîm Jong-un di dewama axaftina xwe de got; “ Bes hêza bêhempa ya lêdanê dikare pêşî li hêza leşkerî ya hêzdar ku nayê rawestandin bigire. Hûn dikarin ewlehiya welêt bikin bin garantiyê û pêşî li şantajên hêzên emperyalîst bigirin.”
Koreya Bakûr di derbarê moşekê de, agahî dan û hat diyar kirin ku Moşeka Balîstîk a teşeyê nû, ICBM ye û ceribandina moşekê ya cara yekemîn di çavdêriya Kîm Jong-un de pêk hatiye.
Di derbarê ceribandinê de hatibû diyarkirin ku moşeka Koreya Başûr, Koreya Bakûr di ser îrtîfada 6 hezar û 200 kîlometreyî de bû, nêzîkî 1080 kîlometre firiyaye û dê hêza nukleerî hîn bêhtir bêhempa û bihêztir bibe. Di lûtkeya Serokên G7 a li Brukselê de Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Japonyayê ceribandina moşekî şermezar kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin