Japonya: Koreya Bakur, 2 mosekên balîstîk havêtin!
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Japonyayê ve hat ragihandin ku Koreya Bakur, ber bi Deryaya Japonê ve 2 moşekên balîstîk havêtine. Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku ev kirin, ji bo sorkirina rewşê ne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku duh bişev, ji aliyê Koreya Bakur ve 2 moşekên balîstîk hatine havêtin û hedefa van moşekan jî Deryaya Japonê bûye. Hat diyarkirin ku moşek herî kêm 50 kîlometir firiyane û di hêla pergalkirî de jî herî kêm 300 kîlometir çûne.
Wezîrê Berevaniya Japonyayê Hamada Yasukazu da zanîn ku li gorî texmînên wan, ew moşek dê ketibin herêma aborî ya munhasir a Japonî.
Hamada Yasukazu got, “Koreya Bakur bi awayekî bê sedem rewşê sor dike û ev cerebeyên ku tên kirin, ewlehî û aştiya Japonya û herêmê dike bin gefan.”
Hefteya borî û rojek beriya niha jî ji aliyê rêveberiya Pyongyangê ve cerebeyên moşekî hatibûn kirin û ev cerebe jî rastî serdana Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harris a Koreya Başûr hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin