Du mosekên balîstîk ên Koreya Bakur li Deryaya Japonyayê ketin

19 October 2021 18:30 0 dîtin
Du mosekên balîstîk ên Koreya Bakur li Deryaya Japonyayê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 moşekên balîstîk ên Koreya Bakur diceribandin li Deryaya Japonyayê ketine û ev jî bûye sedema metirsiyê.

Japonya ragihandiye ku Koreya Bakur 2 moşekên balîstîk ên menzîldirêj ceribandine û ew jî li Deryaya Japonya ketine.
Hêjayî gotinê ye ceribandina moşekên balîstîk di demeke ku civîna şefên îstixbareta Amerîka, Japonya û Koreya Başûr ya li Seulê pêk tê hatiye kirin.

Rêveberiya Pyongyang a Koreya Bakur di nav çend hefteyên dawî de, moşekên keşfê yên hîpersonîk û dûravêj û çekên dijî-firînê diceribîne ku hin ji van ceribandinan cezayên navneteweyî yên hişk jî binpê dikin.

Sererkaniya Hevbeş a Koreya li ser mijarê daye xuyakirin, “Moşek ji rojhilatê Koreya Bakur ji bendera Sinpo ya ku Pyongyang bi gelemperî wekî bingehek jêrzemînê bikar tîne, hatine avêtin.”

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida avêtina moşekan wek karekî metirsîdar pênase kir.