Hesekê | Li taxa Xiwêran û girtîgeha Sinaa operasyona lêgerîn û paqijkirinê tê kirin
PeyamaKurd – Piştî ku pêr Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku girtîgeha Sinaa ya taxa Xiwêran a li Hesekê bi temamî hatiye kontrolkirin, operasyoneke nû ya paqijkirinê hat destpêkirin.
Li gorî zanyariyan hêzên HSD û Asayîşa Hundirîn a Rêveberiya Xweser li taxa Xiwêran û li hundirê avahiyên girtîgehê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê dane destpêkirin ku ew operasyon dewam dikin.
HSDê herî dawî ragihandibû ku bi qasî 60-90 terorîstên DAIŞê hîn di nav girtîgehê de xwe radest nekirine.
Êrîşa DAIŞê ya ser girtîgehê şeva 20ê Çile destpê kiribû û piştî şer û pevçûnên dijwar ên 6 rojan HSDê 26ê Çileyê bi daxuyaniyekê kontrolkirina bi temamî ya girtîgeha Sînaa ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin