Iraq: 20 terorîstên metirsîdar yên ji girtîgeha Hesekê reviyane hîn nehatine girtin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî da xuyakirin ku 20 terorîstên metirsîdar ji Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê reviyane û heta niha jî ew nehatine girtin.
Qasim Arecî gotiye, 20 terorîstên metirsîdar di dema êrîşa ser Girtîgeha Xiwêranê de reviyan û heta niha nehatine desteserkirin û ew ê di pêşerojê de bibin metirsî li ser asayîş û aramiya hemû welatên cîhanê.
Herwiha Arecî diyar kiriye ku civaka navdewletî mijara çekdarên DAIŞê bi cidî wernegirtiye, ku di pêşerojê de metirsiyeke mezin dê li ser temamê cîhanê pêk bînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ku nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê tê de bûn, şeva 20ê Çileyê 2022yan rastî êrîşeke mezin a DAIŞê hat û di encamê hejmarek ji girtiyan revaniyan û zîndan heta çend rojan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de îsyan kiribûn.
Piştî şer û pevçûnên 6 rojan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 26ê Çileyê ragihand, Girtîgeha Xiwêran bi temamî hatiye kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin