NYT: Nêzîkî 200 terorîstên DAISê ji girtîgeha Hesekê reviyan
PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî The New York Timesê bi zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku nêzîkî 200 girtiyên DAIŞê ji zîndana Sînaa ya Hesekê reviyane.
NYTê diyar kiriye ku armanca êrîşa li ser zîndanê ew bû ku DAIŞ hin serkirdeyên DAIŞê yên ji asta jor û navîn û hin çekdarên xwedî şarezayên taybet ên wek nîşanvan û şarezayên çêkirina bombeyan azad bike.
Rojnameyê daye xuyakirin, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê hejmara terorîstên reviyayî de ti daxuyanî nedane û hîn jî encamên êrîşê dinirxînin.”
Di girtîgeha Sînaa ya Hesekê de nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê hebûn. Şeva 20ê Çile ji aliyê DAIŞê ve rastî êrîşeke mezin hat û di encamê zîndan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn.
HSDê roja 26ê vê mehê ragihandibû ku zindana Sinaa bi temamî hat kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin, lê diyar kir ku hîna 60 – 90 çekdarên DAIŞê di zîndanê de mane û xwe radest nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin