Iraq ket nav 10 welatên metirsîdar
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Iraq ji ber 3 sedemên diyarkirî ket nav lîsteya 10 welatên metirsîdar.
Li gorî rêzbenda CEO World, Iraq di nav 10 welatên herî metirsîdar ên cîhanê de ye ji bo geştê.
Li gor kovarê di nav welatên ku divê geşt li wan neyên kirin de Iraq di rêza 9emîn de cih girt û bang kir ku neçin Iraqê.
Hat ragihandin ku Iraq ji ber "komên çekdar, pevçûnên mafya û gefên terorê" di lîsteyê de cih girt.
Somalî di lîsteyê de yekem e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin