''Komara Iraqê yek ji welatên herî metirsîdar ê cîhanê yê sala 2022ê ye''

18 December 2021 14:29 0 dîtin
''Komara Iraqê yek ji welatên herî metirsîdar ê cîhanê yê sala 2022ê ye''

PeyamaKurd – Saziya Travel Risk Map diyar kir, Komara Iraqê yek ji welatên herî metirsîdar ê cîhanê yê sala 2022ê ye.

Li gor encamên lêkolîna ji aliyê saziya ‘’Travel Risk Map’’ li ser bingehê asayîş, tundûtûjiya tayfeyî û aramiya siyasî, alozî û terorê li welatên cîhanê lêkolîn ji bo sala 2022ê amade kiriye, 15 welatên cîhanê yên ku yek ji wan jî Iraq e, welatên herî metirsîdar ên cîhanê ne.

Herwiha li gor encamên heman lêkolînê, welatên Ewropa, Amerîka, Kanada, Çîn û Australia welatên herî kêm metirsî di wan de heye ne.