Cotyar Adil: Di pêvajoya siyasî ya Iraqê de zivirîneke metirsîdar heye

19 June 2023 12:57 0 dîtin
Cotyar Adil: Di pêvajoya siyasî ya Iraqê de zivirîneke metirsîdar heye

PeyamaKurd Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil diyar kir ku di pêvajoya siyasî ya Iraqê de zivirîneke metirsîdar heye.

Cotyar Adil derbarê proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de nirxandin kirin.

Cotyar Adil diyar kir, piştî bûyerên siyasî yên sala 2003an nêrîneke hevpar a paşerojê di nava pêkhateyên Iraqê de derketiye holê û wiha got: “Lê belê em dibînin ku niha di metirsiya tunebûnê de ye. Di pêvajoya siyasî ya Iraqê de zivirîneke metirsîdar heye.”

Adil da zanîn, ew weke Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re didomînin û got, "Gelê Kurdistanê ti tawîzan ji mafên me yên destûrî qebûl nake."

Berdevkê Hikûmetê hêvî xwest ku proje yasaya ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin, weke ku hatiye pesendkirin, were cîbicîkirin.

Cotyar Adil eşkere kir, pirsgirêkên Iraqê ne tenê aborî ne û got, pirsgirêkên pêkhatî zêdetir in.

Cotyar Adil destnîşan kir, “Niha em bi pêşketinekê re rû bi rû ne, lê divê em li bendê bin û bibînin ka wê çi bibe. Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta me zelal e.”

Adil got, hinek aliyên siyasî li ser mijarên ku li ser li hev kirine vekişiyane destnîşan kir, ev yek ji aliyê prensîbên ku li ser li hev kirine rewşeke neyînî ye.

Adil amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya pesendkirina projeyasaya bûdceyê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û rayedarên din re di peywendiyê de bû û got, tevî wê yekê jî, çend madeyên destûra Iraqê hatine binpêkirin.

Herî dawî Adil amaje bi girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê ji bo aramî û aştiya herêmê jî kir û got: “Destkefta herî mezin ya gelê Iraqê destûr e. Aliyan hewl dan ku Herêma Kurdistanê lawaz bikin, lê hewlên wan bi ser neketin.”