Cotyar Adil: Nabe Bexda mûçeyên karmendan bike pirseke siyasî

26 November 2020 14:00 0 dîtin
Cotyar Adil: Nabe Bexda mûçeyên karmendan bike pirseke siyasî

PeyamaKurd – Li ser qutkirina budçeya Herêma Kurdistanê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  axivî û da zanîn, nabe Bexda mûçeyên karmendan bike pirseke siyasî. Heger Bexda 320 milyar Dînar neşîne, Hikûmeta Herêmê dê bijarde û alternatîvên wê yên din hebe.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re diyar kir: “Heger Baxda 320 milyar Dînar neşîne, Hikûmeta Herêmê dê bijarde û alternatîvên wê yên din hebe. Lê destpêkê em li benda bersiva Bexdayê ne, ji bo budceya Kurdistanê. Pirsa dabeşkirina mûçeyan, ji karên pêşîne yên hikûmetê ye.”

Berdevkê Hikûmeta Herêmê destnîşan kir: "Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina mûçeyan, tu bêxemî nekiriye. Di dema borî de jî ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan deyn kir. Ew niha jî amade ye rêkarên yasayî û guncayî ji bo bibîne ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bike.

Herwiha da zanîn: “Li ser vê pirsê me bi Bexdayê re gengeşe kiriye û ew jî bi nivîskî hatiye behskirin. Em tekez dikin ku ew pirs ti pêwendiya wê bi yasaya tijekirina bûdceya Iraqê ve nîne, belkû ev destkeftên gelê Herêma Kurdistanê ye.’’