Cotyar Adil: Em ê hewl bidin di demek kurt de mûçeyê tevahiya karmendan bidin
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ew ê hewl bidin di demek kurt de mûçeyê tevahiya karmendan bidin.
Hikûmeta Kurdistanê ji roja 25 Cotmehê ve dest bi dayîna mûçeyan kiriye, lê hîn beşek mezin ji karmendan mûçeyê xwe wernegirtine.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevaniyê de qala mûçeyan kir û da zanîn, di komkirina dahatan de pirsgirêk hene, lê dîsa jî em hêvîdar in bikarin di çend rojên bê de mûçeyê hemû karmendan bidin.
Cotyar Adil herwiha destnîşan kir, hîn Bexdayê 200 milyar dînarê ku mehan dişîne, neşandiye, ev jî sedemeke din a gîrobûna mûçeyan e.
Li ser qerebûkirina mexdûrên lehiya vê dawiyê ya Hewlêrê jî Cotyar Adil eşkere kir, me komîteyek ji bo hesibandina zerer û ziyanên lehiyê pêk aniye. Piştî nirxandin û hesibandinê, çi bikeve ser hikûmetê wê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin