Cotyar Adil: Dem û besdarên sanda Bexdayê di demeke nêzîk de tê ragihandin
PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil got, wê di demek nêzîk de şanda hikûmeta herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike.
Adil herwiha spasiya daxuyaniyên Berdevkê Hikûmeta Iraqê jî kir û got: “Em spasiya berdevkê hikûmeta Iraqê dikin û destxweşiyê lê dikin. Gotinên wî hemû heq in û ev awayekî rêveçûna peyvendiyane di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de.”
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Tellal gotibû, mûçeyên karmendên Kurdistanê li derveyî yasaya deynan a hatiye pesendkirin e û wê 320 milyar dînarê mafê Herêma Kurdistanê bo mehaneyan bê şandin. Tellal herwiha destnîşan kiribû ku mûçeyê karmendan di çarçoveya budçeya sala 2019an de hatiye diyarkirin û wê li beramberê dayîna 320 milyar dînaran rojane 250 hezar bermîl petrola Kurdistanê ji wê pişkê bê birîn.
Dr. Adil Cotyar derbarê şanda serdana Bexdayê bike de jî diyar kir, ew yasaya li Parlamentoya Iraqê derketiye, dikeve çarçoveya cezayê siyasî û ev agahî dan:
“Me rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê kiriye û roja 15.08.2020ê ew rêkeftin pêk hat. Demekî nêzîk de dê şandeyekî hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û dê demeke nêzîk de dema serdanê û kesên beşdar jî dê bên ragehandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin